Salvegera koça dawiya Yaşar Kemal romannivîsê Kurd yê mezin

Salvegera koça dawiya Yaşar Kemal romannivîsê Kurd yê mezin

Yaşar Kemal: "Bi eslê xwe kurdim lê nivîskarekî turkim".

Îro 28/2 neh sal bi ser salvegera koça dawî ya romannivîsê Kurd yê mezin Yaşar Kemal re derbas dibin.

Yaşar Kemal derbarê xwe de dibêje: Ez bi eslê xwe kurdim, lê belê nivîskarekî turkim.

Navê xwe yê rastîn (Kemal Sadik Gokçelî)ye, di 6 cotmeha sala 1923`an li gundê Gokçedam li bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye, li gorî Wîkîpediyayê (Yaşar Kemal) bi eslê xwe kurdê gundekî Bêgiriya Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind. Piştî Şerê cîhanî yê yekem malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye.

di dirêjahiya jiyana xwe de bi dehan berhm belav kirine û bo zimanên cîhanî jî hatine wergerandinê, ya herî diyar jî romana xwe ya bi nave (Hemedok) bûye ku yek ji romanên herî bedew yê nivîskarî tê zanîn.

Yaşar Kemal xwediyê 38 xelatên navxweyî û cîhanî ye û bi tenha kurd tê zanîn ku berbijêrê birina xelata Nobelê ya wêjeyî bûye.

Di rojeke wek îro de di 28/2/2015 de, Yaşar Kemal li Stenbolê di temenê 92 salî de koça dawî kir.

XELAT