Seroka Perlemana Kurdistanê xatir xwest

Seroka Perlemana Kurdistanê xatir xwest

Seroka Perlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq bi boneya dawî hatina gera pêncem ya Perlemana Kurdistanê serdana beşên perlemanê kir û xatirê xwe ji karmendên beşan xwest.

Eve di demekê de ye ku roja 30/5/2023, Dadgeha Bilind ya Fedral a Êraqê derbarê dirêjkirina temenê Perlemanê Kurdistanê, biryara dawî da û ragihand ku dirêjkirina temenê perlemana Kurdistanê ne desturî ye û ew biryarên ku tên dayîn pûçin .

Dr. Rêwaz Fayeq Hisên, di gera pêncem de wek Seroka Perlemana Kurdistanê hat hilbijartin. Dr. Rêwaz Fayeq ji dayîkbûya 1/7/1977 li bajarê Kelarê ye û hilgirê bawernameya bekaloryuse di yasa de û macistêr di yasaya navdewletî ya taybete û doktora li yasaya şaristanî  ye.

Sekoya Kurmancî