Peyama Serokê YNK`ê ji bo cenosîda Şengalê

Peyama Serokê YNK`ê ji bo cenosîda Şengalê

 Bi boneya 9`mîn salvegera cenosîda ser Şengalê û komkujiya terorîstên DAIŞ ku li dijî xelkê Êzdî pêkanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî peyamek weşandiye û têde ragihandiye ku, heta niha ew birîna mezin xwîn jê diçe.

Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de dibêje, heya niha tu gavekî pratîk jibo qerebûkirina xwîşk û birayên Êzdî nehatiye avêtin belku dibine qurbanê nakokiyên siyasî û Şengala xweşewîst jî ku warê wane piştî şer hîna bi wêrankirî maye.

Di beşek din ya peyamê de Bafil Celal Talebanî diyar dike ku, berpirsyariya me hemû aliyane ku em vê tawana mezin ji bîr nekin û kar bo naskirina wê wek cenosîd bikin, herweha em helwesta wan welatên ku bi fermî ew tawan wek cenosîd pejirandine û dane naskirin ji bîr nakin.

Serokê YNK`ê bang li Hikûmeta Êraqê jî dike ku erkên xwe yên yasayî û mirovî yên li hember Êzidiyan bi cih bîne û ji bo qerebûkirina Êzidiyan û avakirina Şengalê êdî paşguh nekin.

 Sekoya Kurmancî