Stran Ebdulah: Yên parêzvaniya li mafê xelkê parçebûn dibînin nizanin kurdayetî çiye

Stran Ebdulah: Yên parêzvaniya li mafê xelkê parçebûn dibînin nizanin kurdayetî çiye

Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê Stran Ebdulah ragihand, yên parêzvaniya li mafê xelkê bi parçebûna Kurdistanê pênase dikin nizanin kurdayetî çiye.

Stran Ebdulah got, yên ku mijara budceyê û mafê xelkê Kurdistanê û bajarên Kurdistanê Silêmaniyê û derdora wê bi metirsî dibînin û parêzvaniya li mafên xelkê Kurdistanê bi parçekirina Kurdistanê û siyaseta li dijî Kurdistanê dizanin, ne ji kurdistaniyetê fêmkirine , ne jî dizanin kurdayetî çi ye.

Stran Ebdulah tekez kir û got, ewên dixwazin pênaseyekê bidin bi Kurdistanê ku wekheve bi zulm û zorê , ku wekheve bi nedayîna mûçeya xelkê Kurdistanê, wekheve bi paşekeftê wekheve bi xwarina keda xelkê.