Silêmanî; Yekemîn Dîdara Zanistî A Cenosîda Êzidiyan

Silêmanî; Yekemîn Dîdara Zanistî A Cenosîda Êzidiyan

Yekemîn Dîdara Zanistî A Cenosîda Êzidiyan roja yekşemê 4/8/2024 bi amadebûna xanima yekem a Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) li zanîngeha Silêmaniyê birêveçû.

Di dîdarê de bi awayekî zanistî û akademî kar li ser karîgerî û bandorên civakî a komkujiya li ser Êzidiyan li Şengalê hate rawestan û her weha avakirina deverên zeredîtî hate gotûbêj kirin.

Her di wê dîdarê erkê dewleta Êraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê hate destnîşan kirin ku karên cidî bikin ji bo vegeryana jiyanê bo wan navçeyan ku jiber êrişên terorîstan wêran bûne.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku 10 sal biser wê karesatê re derbasbûye hîna nalîn û êşa xelk  Êzidî yên Şengalê berdewame û heya niha bi sedan gorên komî û çarenivîsa bi hezaran Êzidiyan winda ye.

XELAT