Rêvebirê Pirtûkxaneya Bekrecû pîrozbahî li Xelatê kir

Rêvebirê Pirtûkxaneya Bekrecû pîrozbahî li Xelatê kir

Roja çarşemê 6-12-2023`an li bajarê Silêmaniyê, Rêvebirê Pirtûkxaneya Bekrecû rêzdar Zerdeşt Celal serdana Xelatê kir û pîrozbahî li stafa Xelata kurmancan kir.

Rêvebirê pirtûkxaneya bajarokê Bekrec ya ser bi bajarê Silêmaniyê (Zerdeşt Celal) piştî bidawîbûna bernameya Xelata Kurmanca ya radyoya dengê Gelê Kurdistanê , li avahiya mekteba ragihandinê û bîr û hoşyariyê sardana Sekoya Kurmancî û stafa Xelatê kir û ji aliyê sernûserê Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê sernûser Dawud Çîçek û endama stafa Xelatê Roşîn Serêkanî ve hate pêşwazî kir.

Zerdeşt Celal, pêngava damezrandina Sekoya Kurmancî gelek nirxdar û watedar binav kir û germtirîn pîrozbahiyên xwe û stafa pirtûkxanyê arasteya stafa Xelatê kir û piştîvaniya xwe nîşan da.

Xelat