Li Efrînê êdî wê kurd serokatiya şaraderiyan bike

Li Efrînê êdî wê kurd serokatiya şaraderiyan bike

Li herêma Efrînê dest bi cêbicêkirina bi erkkirina kurdên Efrînê di rêvebirna Efrînê de hat kirin.

Di encama rêkeftina Mezlum Ebdî û Ehmed Şerih de, êdî hikumeta Sûriye dest bi cêbicêkirina xalên hevbeş ên ku li ser rêkeftibûn, bi taybetî mijara rêvebirina bajar û bajarok û gundwarên Efrînê ku Efrîn bajarekî kurdî resen û ji 100, 98 nîştecihên wê her kurd bûne.

Duh rêvebirên nûh ên şarederiyên Efrînê bi fermi hatine destnîşankirin ku ji wan şaredariya bajaroka Mabateyê jine bi nave Hemrîn Hisên Şabo ye ku wek yekemîn jin li astê Sûriye de ku bibe seroka şaredariya bajarokekî.

Wek tê texmînkirin ku wê rêvebiriya Bajarê Efrînê û bajarokên Cindirês û Şiye, Şeran, Bilbilê, Raco û Mabatayê jî radestî xelkên Efrînê ên resen bikin û wê rêveina Efrînê tev ji xelkê Efrînê be.

Xelat