Kesayetiyê naskirî û xebatkarekî netewî koça dawî kir
Bi dilekî xemgxîn me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê naskirî ê mezin û xebatkarê netewî û mirovî Dr. Resûl Hisên Feqê apê helbestvan û nivîskarê kurd Hisên Feqê ji gundê Şîtka bihîst.
Her wiha ku nemir Dr. Resûl Hisên Feqe kesayetiyekî civaknas û xizmekarekî mirovî mezin û jîr û jêhatî û xwedî roleke girîng û pir mezin bû di xizmekirina doza gelê kurd de.
Çi li Efrîn û çi li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê herdem xwedî destpêşxeriya xizmetkirin û alîkarîkirina xelkê me bû. Her dem ji bo penaber û feqîr û hejaran karê pijîşkî bi bê hember pêşkêş dikir û derman jî pêşkêş dikir.
Dilsozê doza gelê xwe bû, xwediyê doza rewa a gelê xwe bû. Herdem di pêşengtiya destekdayîna mirovan de bû.
Mirovên wek Dr. Resûl gelek kêmin ku wiha bi bê hember xizmetî doz û çîn û tiwêjên gelê xwe bike û dîrok bînerê wê rastiyê ye. Ji salên heftê û heya ku koça dawî kir, bi awayekî mezin û girîng di nava wê xebatê de bû.
Dilovaniya Xwedê lê be û cihê nemir beheşt be û her rewan şad be.
XELAT