Tehsîn Namiq Xelata Kurmanca pîroz kir

Tehsîn Namiq Xelata Kurmanca pîroz kir

Îro roja duşemê 20-11-2023 li bajarê Silêmaniyê, berpirsê malbenda Koyê ya YNKê rêzdar Tehsîn Namiq sardana Sekoya Kurmancî kir û kar û xebatên Xelata kurmanca pîroz kir.

Di wê serdanê de ku rojnamevanê dêrîn ê bi tiwane Munîr Selîm Hewramî û berpirsê odeya nûçeyan ya radyoya DGKê rêzdar Osman Ebu Bekir jî amadebûn, rêzdar (Tehsên Namiq) ji aliyê sernûserê Rojname û malpera Xelat (Hozan Efrînî) û cîgirê sernûser Dawud Çîçek ve hat pêwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de, bi boneya damezrandina sekoya kurmancî ku malpera Xelat û rojnameya Xelatê bi zerevayê kurmancî li xwe digre, berpirsê malbenda Koyê kak Tehsîn Namiq germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya sernûser û cîgirê wî kir ku ev kar karekî gelek girîng û cihê dilxweşiya me hemûyane.

Ji aliyê xwe ve jî, sernûser û serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî spasiya xwe ji bo helwesta kak Tehsîn nîşan kir ku ji demeke dûr û dirêj ve herdem xizmeta penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye û niha dirêjpêdere.

Efrînî tekez li ser wê yekê kir ku ewê di demên pêş de serrdana Koyê bikin û bi hemehengî derbarê alîkariya penaberên kurd li Koyê dest bi projeyeke nû bikin.

Kak Tehsîn amdekariya xwe û hevalên xwe nîşan da ku her demekê be ewê xizmet bikin û wê destek bidin bi Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye.

Her weha ji aliyê xwe ve jî, rojnamevan Munîr Selîm Hewramî jî ku mîvandariya kak Tehsîn di bernameya 12ê nîvroyê de kiribû û piştre sardana Xelatê kirin, da zanîn ku projeya sekoya kurmancî û malpera Xelat û rojnameya Xelatê gelek wetadare û di xizmeta doza gelê kurd de girîngiyeke xwe taybet heye û stafa vê sekoyê xizmeteke ji dil dikin ku cihê rêz û pêzanînê ye.

XELAT