`Kurdistana Nû` dosyeyek taybet li ser `Kurd li Ermenistanê` diweşîne

`Kurdistana Nû` dosyeyek taybet li ser `Kurd li Ermenistanê` diweşîne

Rojnameya `Kurdistana Nû`  ku rojnameyekî siyasî giştî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye dosyeyek taybet bi nave `Kurd li Ermenistanê` diweşîne.

Rojnameyê di çar rupelan de behsa jiyan û dîroka Kurdên Ermenistanê û karesatên ku bi serê wan hatine dike, ji aliyê xwe ve nivîskar (Cemal Derwîş) di gotarekê de nivîsiye " Rexnekirina şaşiyên dîrokî yên bav û kalên me ji aliyê lêkolîner, rojhilatnas û akademîsyenên bi wijdan û bê alîbûn bi rihekî werzişî û bi sîngê fireh, dikare ji bo îro û paşeroja me bibe ders da ku em wan dubare nekin. Ger em vê dîrokê ji nû ve bixwînin û kêmasiyên wê nas bikin û sedeman tesbît bikin û dûbare nekin ne zehmet e, ji ber ku Kurd wekî erdnîgariyek nebûna saziyek neteweyî hîn jî li dora heman çemberê û neteweyên dagirker ên serdest dizivire. "

Di beşek din din jî dibêje; "Kurd û Ermenî di bin desthilatdariya împaratoriya Osmanî, Sefewî û Rûsiya Împeratorî de heman çarenivîsê parve kirin, lê Kurd di van hemû nakokiyên herêmî de destên xwe vala kirine û nekariye ji xwe re saziyek ava bikin. "

Her weha di wê dosyeyê de, lêkolînek lêkolîner "Maya Timurzaevna Amiri" hatiye weşandin ku têde, Kurd weke netewe sûcdar nake, lê rewşa civaka Kurd û siyaseta Împaratoriya Osmanî rave dike, ku Fars û Tirkan çawa Kurd bi sozên derewîn ên li hember Xiristiyan û olên din, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û II. parçekirina herêmê û avakirina dewletên netewî ji bo gelek miletan.

Sekoya Kurmancî