Ragihandina YNK`ê pîrozbahiyê li Bextiyar Elî dike

Ragihandina YNK`ê pîrozbahiyê li Bextiyar Elî dike

Nivîskar û roman nivîsê bi navûbang ê Kurd Bextiyar Elî xelata (2023)`an ya (Hêlda Domîn) li Almanyayê bi dest xist.

Ji bo vê xelatê û rêzlêgirtina navdewletî, Mekteba Ragihandin û Hoşyarî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, kêfxweşiya xwe anî ziman û pîrozbahiyên hemû mîdyakarên YNK`ê gîhandin nivîskar Bextiyar Elî û spas guzare ji bo berhemên wêjeyî û hizrî ku nûneratiya netewa Kurd dike li nav ferheng û rewşenbîriya cîhanî de.

Mekteba Ragihandinê û Hoşyariyê ya YNK`ê di heman demê de ducarî bi xelata romannivîsê Kurd Bextiyar Elî dilxweşe, ya yemîn ji berk u nûneratiya Kurd dike di warên ferhengî û rewşenbîriya cîhanî de û ya duyemîn jî serê bilind yê bajarê Silêmaniyê bilindtir dike, bi taybetî ku bajarê Silêmaniyê di çend rojên borî de bîranîna (239) saliya xwe kir ku berdewame li dahênanê û bexşîna berhemên wêjeyî û ronakbîrî yên mezin, her weha xelata Bextiyar Elî jî diçe nav heman destkeftên dîrokî yên Kurd û Silêmaniyê.

 

XELAT/ Kurdistana Nû