Siyasetmedara Kurd Leyla Zana serdana mezarê Serok Mam Celal kir

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana serdana mezarê Serok Mam Celal kir

Siyasetmedara Kurd xanim (Leyla Zana), roja şemiyê 12/7/2025`an,serdana mezara Serok Mam Celal kir û ji aliyê Nivîsgeha Sekreteriya Serok Mam Celal ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Piştî danîna baqê gulan a rêz û wefadariyê, Leyla Zana bi rêzdarî û wêrekî bal kişand ser rola Serok Mam Celal di têkoşîna rizgarî û neteweyî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de.

Her weha Zana bal kişand ser wê yekê ku îro di hizûra wî ya giyanî de em bi serbilindî rola Mam Celal ya dîrokî bi bîr tînin û gavên wî ji bo serkeftina pêvajoya aştî û biratiya di navbera gelan de dişopînin bi taybetî ji bo Kurd, Tirk û Ereban destekî spî û ya xêrê bû.

Di heman rojê de xanim Leyla Zana serdana serokê YNK Bafil Celal Talebanî jî kir û bi germî hate pêşwazî kirin.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana got: Em ê tu carî ji bîr nekin ku Serok Mam Celal yekem rêberê ku dest bi çareserkirina vê pirsgirêka dîrokî kir û ez kêfxweş im ku Bafil Celal Talabanî hewlên xwe li ser heman rêyê didomîne û em bi rola bi bandor a ku ew di vê dema hesas de dilîze serbilind in.

XELAT