Festîvala Kobanî ya Navneteweyî ya Sînemayê birêveçû

Festîvala Kobanî ya Navneteweyî ya Sînemayê birêveçû

Bi amadebûna hunermendan û sînemakaran û kesayetên rewşenbîrî, 5`mîn Xula Festîvala Kobanî ya Navneteweyî ya Sînemayê li bajarê Buxum ya Almanyayê birêveçû.

Di vê derbarê de, Berdevka festîvala Kobanî ya navneteweyî ya sînemayê (Hîva Ehmed) taybet ji malpera Xelatê re ragihand, Festîvala Kobaniyê Navneteweyî ya Sînemayê di xula Pêncem de bi nimayîşa destpê kir û têde 15 kurte filim tên nimayîş kirinê.

Hîva Ehmed got;  Festîval wê bi xelatkirina fîlmên serketî û nîşandana wan ji raya giştî ra, bi dawî bibe. Her weha 9 xelat wê li ser yên serkeftî de belav bike ku ji peykerê jina azad pêktê.

Diyar jî kir ku, festîvala îsal bi navê derhênerê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê (Taha Kerîmî) be ku di sala 2013`an de di rûdaneke trafîkê de li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû.

Xelatên Festîvalê/ Peykerên jina Azad ya li bajarê Kobanê hatiye danîn

XELAT