Perde li ser peykera Hêro xanimê hate hildan
Li melbenda Silêmanî roja şemiyê 9/3/2024, di çarçoveya hêjmarek çalakî de bi boneya 8`ê adarê, roja cîhanî ya jinan de, berpirsê melbenda Silêmaniyê ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (Ziyad Cebar) li gel hêjmarek ji jinan û tekoşeran perde li ser peykera xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed hildan.
Peykera Hêro Îbrahîm Ehmed ji aliyê komîtey şeş ya rêxistinî ya Şêx Mihêdîn ve pêşkêşî bi hola (Dade Hêro) ya li nava melbendê hate kirin.
Di wê derbarê de berpirsê melbendê Ziyad Cebar ragihand; Hêro xan rolek giring û bi bandor hebûye di şoreşa çiya û bajêr de, her weha xemxwar û berevana berdewam ya mafên jinan bûye, ku bi jina polayîn hatiye naskirin. Dîroka biriqî ya kar û xebat û xizmetên wê ji bo jinan û netewa me qet ji bîra me naçin û bi nirx wê bimînin.
XELAT