Wergerandina bîreweriyên Gelawêj xanimê bo Kurmancî

 Wergerandina bîreweriyên Gelawêj xanimê bo Kurmancî

Malpera xatû Gelawêj (galawzh.com) û rojnameya Xelata Kurmanca rêkeftin ku pirtûka Gelawêj xanimê ya bi navê (Bîranînên Ku Qet Ji Bîra Min Naçin) beşê yekem û duyem bo zaravayê Kurmancî bên wergerandin.

Bi amadebûna bordê bilind yê malpera Gelawêj xanimê, Pro. Dr. Zahîr Letîf  Kerîm û Dr. Jîno Ebdulah û her weha sernûserê rojnameya Xelatê rojnamevan Hozan Efrînî û cîgirê sernûser Dawûd Çîçek, herdu alî li ser wê yekê lihev kirin ku beşên taybet ya pirtûka bîranînên Gelawêj Xanimê yên girêdayî kurmanca bo Kurmancî were wergerandin û di malper û rojnameya Xelatê de were weşandinê.

Her weha herdu aliyan tekezî li ser wergerandina wê pirtûkê kirin bo zaravayê Kurmancî daku xelkê kurmanc li bakûr û Rojava û rojhilat û her weha Kurmancên li welatên Qefqasiya û Rûsya jî sûd ji pirtûkê wergirin. Herdu aliyan ew yek jî diyar kirin ku Gelawêj xanim kesayetiyekî xebatkar û tekoşere û bîranînên bi nirx tîne ziman ku serdemeke giring ji dîroka gelê Kurd derdixe ronahiyê.

Her weha giringiya bîranînên Gelawêj xanimê di wê de ye ku ew bîranîn dewlemendin bi rûdanên dîrokî û siyasî û civakî yên her çar parçeyên Kurdistanê.

XELAT