22 Sal biser karesata 1`ê Şubatê re derbas dibe
Berya 22 salan û di rojeke wek îro di 1/2/2004 de dujminên azadî û serfiraziya Kurdistanê û mirovahiyê bi du êrişên cuda de li Hewlêrê li ser malbenda 3`ê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û liq 2`ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê, di encamê de 105 welatî û serkirde û kadirên YNK û PDK şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Bi vê boneyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi peyamekê ragihad û got: "Dibe ku di navbera me de sed reng, hezar cûre nakokî û berjewendiyên cuda hebin, lê terorîst, neyar û dijminên me wekî Kurd me hedef digirin û hewl didin ku me qels û tune bikin. Ji ber vê yekê, erkê me wekî Kurd jî ewe ku em bi hemî cûdahî û nakokiyên xwe wekî Kurd bi yek giyan û yek helwestê li dijî wan tekoşîn bikin."
XELAT
