Yûnanistanê 250 koçberan digire û dê wan dersînor bikin
Li gorî zaniyariyên dezgeha Lutke ya karûbarên koçber û penaberan, piştî ku hikûmetê serlêdanên penaberiyê ji bo Bakurê Afrîkayê cemidand, Yûnanîstanê nêzîkî 250 koçber girtine. Wezîrêkoç û koçberiyê diyar kir ku, "mafê wan koçberan tune ye ku daxwaza penaberiyê bikin, ew ê neyên veguhestin navendên pêşwazîkirinê û heta ku rêkarên vegerandinê amade dikin dê li navendên binçavkirina polîsan bimînin."
Lutke belav jî kiriye ku, zêrevanên peravên Yûnanîstanê di çend demjimêrên borî de 247 koçberên ku bi neqanûnî ji Lîbyayê gihêştine welatê wan girtine.
Li gorî amarên ku ji ketine destê Lutke, ji destpêka vê salê ve zêdetirî 7,300 koçber gihîştine girava Girît û Gavdosê.
Her li gorî amarên Lutke, di sala 2024an de 674 koçber mirine û 1,015 winda bûne. Di sala 2023an de 962 koçber mirine û 1,539 winda bûne. Di sala 2022an de 529 koçber mirine û 848 winda bûne.
XELAT/ Rûpela Dezgeha Lutke
