Lîjneya madeya 140`ê girêbestên bi erebkirinê hildiweşîne

Lîjneya madeya 140`ê girêbestên bi erebkirinê hildiweşîne

Lîjneya cîbicîkar ya madeya140`ê hilweşandina girêbestên bi erebkirinê li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand.

Serokê lîjneya madeya140`ê (Hadî Amirî) nivîsek arastey wezareta çandiniyê ya Êraqê kiriye û tê de gotiye ku, Encûmena Wezîran ya Êraqê hemû biryarên lîjneya karûbarên bakûr hilweşandine ku taybetin bi dagirkirina zeviyên çandiniyê yên Kurd û Turkmenan li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê.


Di vê derbarê de Endamê Encûmena Nûneran ya Êraqê ji pişka Kerkûkê  ya Fraksyona YNK`ê Sebah Hebîb ji PUKMEDIA re ragihand; Ew biryara Hadî Amirî gelekî giringe û mafên xudanên zeviyan vedigerîne bo wan bi vê yekê jî piraniya pirsgirêkên sebaret bi girêbesta çandiniyê û zeviyan li deverê çareser dibin.