78 sal bi ser damezrandina komara Kurdistan re derbaz dibe
Îro 78 sal bi ser damezrandina komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê derbaz dibe.
Komara Kurdistanê di 22`yê çileya sala 1946`an li bajarê Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê hate damezrandin û pêşewa Qazî Mihemed wek serokomar hate hilbijartin.
Bi amedebûna cemawerekî mezin û siyasetmedar û rêvebirên komarê , li meydana Çarçira ya li bajarê Mehabadê 22-1-1946z ,bi şahiyeke mezin ala Komara Mehabad hate hildan û Qazî Mihemed jê re Silav kir.
-Kesên Komarê yên navdar :
Pêşewe qazî Mihemed :Serokê Komarê.
Hacî Baba Şêxê Cemiyan : Serokwezîr.
Kerîm Ehmedî :Wezîrê Berîdê.
Menaf Kerîmî : Wezîrê Perwerdê.
Mihemedemîn Hisênî:Wezîrê Navxweyî.
Hacî Rehman Êlxan Zade : Wezîrê Tirafîkê.
Ehmed Ilahî : Wezîrê Aboriyê.
Hacî Mistefa Dawidî: Wezîrê Bazirganiyê.
Mehmûd Welî Zade : Wezîrê Çandiniyê.
Xelîl Xisroyî: Wezîrê Kar.
Sedîqê Heyderî: Wezîrê Ragihandinê.
Avakirina Komarê vedengek geşbînî li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet û li Kurdistanê bi giştî da. Hestên netewî geş bûn û hêvî bi azadiyê xurt bûn . Gelekan ji kesaytên Kurdistanî serdana Komarê kirin û miletê Kurd pir pê dilşad bû.
Ev vîdyo ji rûpela mamosta Kakşar Oremar li ser tora civakî hatiye wergirtin.
XELAT