Serokê YNK ji bo konferansa Rojava: Divê mafên Kurdan parastî bin

Bi berdewamî û bi dirêjahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, xemxurê serkeftina doza kurdî bûye li Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya şoreşa Rojava kiriye û îro jî peyamek ji konferansa yekrêzî û yekhelwêtiya Kurd a li Qamişlo hat lidarxistin şand û got: Divê mafên Kurdan di Sûriyeya nû de parastî bin.
Emîn Baba Şêx ku serokatiya şanda YNK`ê dikir di konferansa yekrêzî û yekhelwestî a Rojava de, gotara Serokê (YNK) Bafil Celal Talebanî xwend û got: Em serkeftinê ji konferansê re dixwazin û piştevaniya we dibîn. YNKê her tim piştgirîya yekîtîya Kurdan kiriye û em hîn jî piştgirîya tevgera rizgarîya Kurd li Sûrîyê dikin, ji ber ku aramîya li Sûrîyê tê wateya aramîya herêmê, ji ber vê yekê divê mafên hemû pêkhatan, bi taybetî yên Kurdan, werin parastin."
Di peyama xwe de serok Bafil got jî: "Emê bi yekîtî û ji hevtêgihîştina neteweyî bigihîjin armancên xwe. Em ji nêz ve ji pirsgirêk û pêşketinên li herêmê haydar in û ji bo rûbirûbûna van pirsgirêkan, divê hemû partîyên sîyasî, pêkhatên etnîkî û olî ji bo bidestxistina mafên xwe bibin yên rewa yekrêz û yekhelwest bin. "
Di dawiya gotara serokê YNK de Emîn Babe Şêx ragihand: "Aramiya Sûriyeyê bandorê li aramiya herêmê dike û yekîtiya aliyan dê hêviya civaka navneteweyî û gelê Kurd be, ji ber vê yekê divê em pêşî li her planekê bigirin ku ji bo hilweşandina yekîtiya gelê Kurd hatiye dariştin".
XELAT