Qubad Talebanî û Balyozê Îspanya pêşxistina geştûguzarê gotûbêj kirin

Qubad Talebanî û Balyozê Îspanya pêşxistina geştûguzarê gotûbêj kirin

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye kar hêsaniyê jibo kompaniyên Îspanî bike daku di warê çandinî û geştûguzarê de veberhênanê bikin.

Daxuyaniya Qubad Talebanî piştî civîna li gel Pêdro Martînêz balyozê Îspanya li Êraqê hat ku têde behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îspnya de hatine giftugo kirin.

Her wiha di civînê de biryar hat dayîn ku şêwirmendên taybet yên di warê geştûguzarê de ji bo Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê bêne dabîn kirin daku ji nêzîk ve hevkariya hikûmta Herêmê bikin jibo pêşxistina sektorê geştûguzariyê. Bi taybet ku di niha de çendîn projên geştyarî di qonaxên lêkolînê de ne û di demek nêzîk de wê bikevin pratîkê.