Bi vîdyo.. Keçeke Kurd xelata îsal ya dîsleksiyayê wergirt

Bi vîdyo.. Keçeke Kurd xelata îsal ya dîsleksiyayê wergirt

Li welatê Siwêdê di navbera sê namzetan de, nivîskara Kurd (Gulistan Kavak) xelata dîsleksiya ya îsal wergirt.

Ev xelata hanê di rêûresmekê de li koşka şahane ya bajarê Stokholmê ji aliyê şahzade (Karl Fîlîp ve pêşkêşî Gulistan Kavak hate kirin.

Gulistan Kavak ku nexweşiya dîsleksiyayê heye dibêje; Ez dixwazim bibim nimûne. Ew kesên dîsleksiya heye bila qet dev ji xwe bernedin û ew dikarin bighêjin xewnên xwe.

Gulistan Kavak civaknasek perwerdekirî ye û li Stockholmê wek şêwirmenda dibistanê kar dike. Vê gavê, ew ê betlaneyê bigire da ku li SVT bixebite. Dislexia heye û herdu dê û bavê wê nexwendewar in. Wê du pirtûk li ser nexwendewariyê nivîsandine

Têbînî: Dîsleksiya: Nexweşiyeke ku dibe sedema zehmetiyê di fêrbûn, xwendin û nivîsînê de

XELAT- Felah Reşîd /Swêd