Ewropa biryarên nû derbarê penaberên Sûrî de girtine
Welatên Yekîtiya Ewropayê hin biryarên tund derbarê penaberên Sûrî de girtine û welatê Nemsayê ji niha ve 2400 welatiyên Sûrî vedigerîne welatê wan.
Nivîskar û Rojnamevanê diyar ê Kurd ku li Danîmarkayê dijî (Îbrahîm Îbrahîm) taybet ji malpera Xelatê re ragihand û got: Welatê Nemsa kartên penaberiyê ji 2400 Sûriyan vekişandiye ji bo vegerandina wan bo welatê wan ê dayîk, eve jî piştî vegera 80 penaberên Sûrî bi dilxwazî bo Sûriyê.
Îbrahîm Îbrahîm da zanîn ku, vê dawiyê welatên Ewropa yasayên xwe gelekî tund kirine û ew penaberên ku tevlî civaka Ewropî nabin û kar nakin û pirsgirêkan derdixin û bangewaziya tundrewiyê dikin di serê lîsteya vegerandinê de û wana vedigerînin, bi taybet ewên ku nîştecihbûna daîmî wernegirtine ji welatê ku lê dimîne.
Her weha da zanîn ku, ew kesên ku tawan kiribin ji dizî yan destê wan di karê terorî de hebin eger îqameya wan a daîmî yan regeznameya Ewrpayê jî wergirtibin wan vedigerînin welatê wan ê dayîk.
Her weha behsa wê yekê jî kir ku ew penaberên ku reftar yan nêzîkatiyên wan erênî bin û zû tevlî civaka Ewropî bibin wan venagerînin welatên wan.
XELAT
