"Qedera Kerkûkê" pirtûkek nû ya Goran Fethî derket

"Qedera Kerkûkê" pirtûkek nû ya Goran Fethî derket

Nivîskar û rojnamevan (Goran Fethî) ku bi xwe xelkê bajarê Kerkûkê ye pirtûkeka xwe ya nû bi navê "Qedera Kerkûkê"  îmza kir û belav kir.

Pirtûka "Qedera Kerkûkê" ji hêjmarek gotar û lêkolîn û babetên siyasî û civakî û dîrokî yên Goran Fethî pêktên ku liser Kerkûkê di demên cuda de nivîsîne.

Goran Fethî, di pêşekiya pirtûkê de dibêje: (Kerkûk wek bajarekî kevin ya Kurdistan û Êraq û Rojhilata Navîne, bajarekî tije xweşikî û dewlemendî û xwediyê çendîn cihên diyar û şûnwarên dîrokî û tekiye û xaneqa û mizgeftên dêrîne her weha xwediyê çendîn navdarên netewî û akademîk û olî û civakî ye, Kerkûk bajarekî Kurdistaniye ku di hemû serdeman de hembêza netewan û olên cuda cuda kiriye.)

Nivîskar Goran Fethî di berdewamiya pêşekiya pirtûka xwe de dibêje: (Kerkûk bajarekî ku herdem çavê dujminan û dagîrkeran leser bûye û ji ber wê jî gelê Kurd xwediyên resen yên bajêr herdem pişka wan kuştin û birîn û derkirinê bûne û mal û mulkên wan hatiye zevtkirin ji aliyê siyasetên hikûmet û desthilatên cuda cuda yên Êraq û deverê.)

Pirtûka Qedera Kerkûkê niha tenê bi Kurdî zaravayê soranî derketiye û li pirtûkxaneyên Silêmaniyê û Kerkûkê têne  dîtin.

XELAT