Beşek ji wan Kurdên Rojava ne 80 koçber hatine rizgar kirin

Beşek ji wan Kurdên Rojava ne 80 koçber hatine rizgar kirin

Li deryeya Îce li girava Krît ya sînorê Yûnanê 80 koçber ku beşek ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn hatin rizgar kirin.

 Nûnerê Dezgeha Lutke Şêx Hisên ragihand;"Piştî birêketina belemekê ji Tirkiyê berev Îtalyayê li başûrê girava Kirîtê li sînorê Yûnanê pirsgirêk di belemê de çê bibû û ji kar ketibû".

Şêx Hisên amaje bi wê yekê jî kir; Koçberan daxwaza alîkariyê kirine û polîsên deryayî yên Yûnanistanê bi hawara wan ve çûne û hemû koçber ku hêjmara wan 80 koçber bûne rizgar kirine ku ji wan 51 zelam û 17 jin û 12 zarok bûne.

Şêx Hesen aşkira jî kiriye ku, ew koçber bi keştiyek taybet bo kampa (Melask) ya li nêzîk (Asîna) paytexta wî welatî hatine şandin ku beşekê wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.