Li Lozanê konferansa Kurdan hate lidar xistin

Li Lozanê konferansa Kurdan hate lidar xistin

Bi boneya 100 saliya peymana reş ya Lozanê îro li paytexta Swîsra li bajarê Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe û bandora wê ya li ser Kurdan konferansek hatê lidarxistin. Derbarê konferansê de Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokrat li Herêma Kurdistanê (Hoşeng Derwîş) taybet ji Sekoya Kurmancî re ragihand, bi drûşma "sed saliya Lozanê û helwêsta gelê Kurd"  konferansek berfireh li bajarê Lozanê bi rêve diçe , konferans bi beşdariyê partiyên siyasî yên Kurdistanî û rewşebîr û rêxistinên civaka sivîl û kanalên ragihandinê û hunermendan ji her çar parçeyên Kurdistanê  û li ser astê Ewropa jî her weha mêvan ji Rûsya û Amerîka jî hebûn.

Hoşeng Derwîş diyar kir ku, Roja yekem ji danê sibehê heta piştî nîvro zêdtir peyamên partiyên siyasî yên Kurdistanî hatine pêşkêş kirin, partiyan helwest xwe li hemberî peymana Lozanê ya reş dan diyarî kirin û behsa qonaxa piştî Lozanê ji komkujiyên li dijî gelê Kurd û tunekirina ziman û jenosîdên hatine kirin her weha çi li Kurdan tê xwestin daku Lozaneke din li hemberî gelê Kurd neyê encamdan. Her weha daxwaz hate kirin ku divê sîwaneke netewî hebe ku hemû partî û rêxistin û saziyên Kurd û rewşenbîr û nivîskar kom bibin û Kurd bibin xwedî stratejiyek û diplomasiyek netewî, Her weha hêzeke leşkerî ya hevbeş ava bikin, eger na Kurd wê gelek Lozanên din jî bibînin.

Derwîş anî ziman ku, sibe danê sibehê konferans dê berdewam be û li dawiyê jî dê derencama konferansê li pêşiya ew hola ku peymana Lozan têde hatiye îmza kirin ji raya giştî re bê ragihandinê.

Ew yek jî aşkira kir ku, di heman dema ku konferans birêve diçû,li derveyî konferansê jî bi hezaran Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê meşek li cadeya Lozanê lidar xistin û peymana Lozanê şermezar dikirin.

Di heman derbarê de, Endamê Kongireya Netewî ya Kurdistanê Xalid Qadir ku xelkê bajarê Ranya ya Başûrê Kurdistanê ye û beşdarî di kongireyê de kiriye ji Sekoya Kurmancî re ragihand, bi boneya 100 saliya peymana Lozanê ya reş de Kurdan li bajarê Lozanê  helwêsta xwe li hemberî wê peymanê dan nîşan dan ku têde zêdetir li 700 kesayetî û siyasetmedar û Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bibûn.

Xalid Qadir diyar jî kir ku di kongireyê de çendîn panel û giftûgo û gotarên siyasî li xwe digre, daku Kurd bi gotareke hevbeş û yekgirtî ji kongireyê derkevin di bin sîwaneke yekîtiya netewî daku bikarin li dijî vê plankariya dujminane rawestin.

Hevserokê TEV-DEM`ê û endamê beşdar di kongireya Lozanê li paytexta Swîsrayê (Xerîb Hiso) jî derbarê kongireyê de ji Sekoya Kurmancî re ragihand ku, hemû gotar û axavtinên di kongreyê de hatin kirin tekez li ser dawî anîna peymana Lozanê kirin, ev peymana bêbext ku sûceke dîrokî  di derheqê îradeya gelê Kurd de kiriye her weha kêmasiyên gelek mezin di derheqê mafên gelê Kurd de encamp daye û dagirkerî li ser axa Kurdistanê rewa kiriye bi taybetî êriş û siyasetên qirkirinê encamdana komkujiyan li hemberî Kurdan û bêdengbûna civaka navnetewî li hemberî van hemû êrişan heta roja îro didomin.

Xerîb Hiso diyar jî kir ku di kongireyê de bal hate kişandin ser naveroka wê lihevkirinê û çawa bajarê Lozanê vê peymanê layîqî xwe dibîne ku hemû pîvanên demokrasiyê û azadiyan binpê dike, her weha mayîna miletekî ku hêjmara wan zêdetir ji 50 milyon mirov şermek mezine ji civaka navdewletî û wan welatên ku ev peyman îmza kirine re, her weha divê ew welat li xwe vegerin û carek din Lozan nekeve ber bayê peymanê wisa.

Di berdewamiya axaftina xwe de Xerîb Hiso anî ziman ku serokê şaredariya bajarê Lozanê ya Swîsrayê jî axaftinek pêşkêş kir û têde anî ziman ku, Lozan bajarê aştî û demokrasiyê ye û bajarê mafê mirovane, her weha beşdarvanan daxwaz kir ku êdî ew Lozanên din qebûl nakin û Kurd di vê sedsalê de hene her weha ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd.

Mamosta Hoşeng Derwîş Nûnerê MSD`ê li Herêma Kurdistanê li gel çend endamên kongireya Lozanê

Sekoya Kurmancî