Li çiyayê Cîlo golên avê bi helîna qeşayê re firehtir bûne

Li çiyayê Cîlo golên avê bi helîna qeşayê re firehtir bûne

Li parêzgeha Colemêrgê (Hekarî) ya bakûrê Kurdistanê ji ber germbûna gerdûnî qeşaya serê çiyayê Cîloyê bi metirsiya tunebûnê ra rûbirû ye û hat ragihandin ku ji ber helîna qeşayê jî golên avê mezin bûne.

Geliyê qeşayê yê herî mezin ya Tirkiyeyê ku li ser Çiyayên Cîloyê ye û di navbera  bajarê Colemêrgê û navçeya Keverê de ye ji ber germbûna dunyayê her diçe biçûktir dibe û golên avê firehti dibin.

Zanyarên ji bo xebatên lêkolînê diçin wê qadê dibêjin ku derzên qeşayê mezin bûne, li binê ew çiyayên ji bûzê valahiyên mezin hene û hişyarî didin çiyageran ku dernekevin ser cemedên li wê qadê.

Sekoya Kurmancî