Hebûna Kurd li Bexdadê Xurtir Bûye

Hebûna Kurd li Bexdadê Xurtir Bûye

Gera şeşemîn a hilbijartinên perlemana Êraqê ku di 11/11/2025an de hat lidarxistin, guhertinek mezin çêkir. Li gorî amarên komisyona bilind a hilbijartinên Êraqê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) 626 hezar û 187 dengan bi destxistine û bûye yek ji mezintirîn hizbên Êraqê ku rêjeyek mezin ji baweriya dengdêran bi dest xistiye. Li gorî encamên destpêkê YNKê 18 kursî bidest xistine.

Her weha Encamên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê hîn nehatine ragihandin û tê payîn ku YNK hejmara kursiyên xwe li hin deverên nakok zêde bike.

Hêjayî gotinê ye jî ku parêzgarê Kurd ê Kerkûkê (Rêbwar Taha) ku li ser lîsta YNKê namzet bû zêdetirîn deng li ser astê Êraqê bi dest xistibûn.

 

XELAT