Rûfatên 172 Enfalkiriyan bi axê hatin spartin

Rûfatên 172 Enfalkiriyan bi axê hatin spartin

Di merasîmeke hêjayî ya girseyî de û bi amadebûna xanima yekem ya Êraqê û kesûkarên qurbaniyan û nûnerên hizbî û hikûmî, rûfatên 172 enfalkiriyên devera Germiyanê piştî nêzîkî 5 salan ji deranîna wan ji gorên komî li Çemçemalê bi axê hatin spartin.

Xanima yekem ya Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand; piştî derbasbûna 36 salan bi ser bêserûcihên ezîzên me bi dilekî tejî êş û azar em civiyane daku beşdariyê di spartina axê ya ezîzên xwe de bikin.

Şanaz Îbrahîm Ehmed got jî: Enfal birîneke ku zehmete bê derman kirinê, ez dizanin her kesek hez dike rûfatê ezîzê xwe bibe di nav war û gundê xwe de veşêre, ez bi vê boneyê soz didim we ku piştî aşkirabûna pişkinînan bi merasîmên hêja emê rûfatên ezîzên we vegerînin cih û warên wan.

Her weha biryare piştî bi axê spartina van rûfatane biryare 11 gorên komî yên dinê li deverên başûrê Êraqê bên vekirin ku hemû yên Kurdane.

XELAT