Çalakvanekê Kurd ji bo şermezarkirina Lozanê ber bi New Yorkê dimeşe

Çalakvanekê Kurd ji bo şermezarkirina Lozanê ber bi New Yorkê dimeşe

Çalakvanê Kurd (Kani Xulam) ji bona protestokirina Peymana Lozanê ji Waşîntonê ber bi New Yorkê dimeşe, meşa Kanî Xulam ji bo Şermezar Kirina 100 Salîya Peymana Lozanê ye.

 Kanî Xulam Çalakvan û kesayetiyê Kurd yê naskirî li Amerîka berî 13 rojan ji Waşîntonê dest bi meşa xwe kirîye, bi armanca şermezar kirina îmzekirina peymana Lozanê dê xwe bigehîne bingeha Netewên Yekbûyî li New Yorkê.

 Kanî Xulam ji Dengê Amerîkayê re ragihandiye ku, "Mesela Kurdan ji Kurdan mezintire, ew bi tenê nikarin vê meselê çareser bikin, divê hevalên wan hebin".

Xulam ku roja Şemîyê ji Waşîntonê dest bi meşa xwe kiribû, dixwaze di 24'ê Tîrmehê de li pêş navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê Paymana Lozanê şermezar bike.

Sekoya Kurmancî