Kurdên Gurcistanê daxwaza nasandina cenosîda Şengalê dikin

Kurdên Gurcistanê daxwaza nasandina cenosîda Şengalê dikin

Şandeke Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) bi Serokatiya Şêx Zaza Kalaşov, ji bo naskirina komkujiya Êzîdîyan li Şengalê serî li parlemena Gurcistanê dan.

Di vê derbarê Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) Şêx Zaza Kalaşov ji malpera Xelatê re ragihand ku, wan nameyek bi dest radestî parlemena Gurcistanê kirine ku têde daxwaz kirine ku parlemena Gurcistanê û hikûmeta wê komkujiya Êzîdiyan a berî 10 salan di 3/8/2014`an li Şengalê qewimî wek cenosîd bê naskirinê.

Şêx Zaza da zanîn ku nameya wan ji aliyê parlemenê ve hatiye pejirandin û parlemanterê Kurd (Isko Dasenî) yê di parlemena Gurcistanê de jî wê ji nêzîk ve wê daxwaza Komeleya Ronahî bişopîne.

 XELAT