Xwendekarên Beşa Kurdî Derbasê Pola Diduyan Bûn

Xwendekarên Beşa Kurdî Derbasê Pola Diduyan Bûn

Xwendekarê beşa Kurdî a zanîngeha Zengezorê  nivîskar û lêkoler û zimanzanê Kurd (Zeynelabdîn Zinar) ragihandiye ku, werzê yekem a beşa kurdî temam bûye û ew derbasî werzê duyem dibin. Her weha daxwaz kiriye ku, kesên ku xwendina wan nîvco maye, bila qeyda xwe li Beşa Kurdî çêbikin.

Zeynelabdîn Zinar li ser rupela xwe ya faysbokê weha nivîsiye; "Du-sê sal berê zanîngehek li Enqereya paytext bi navê "ZENGEZOR"ê vebûbû û sê beş tê de hatibûne domandin.

Bi pêşniyara min Beşa Kurdî jî vekirin û hin xwendekarên salxur qeyda xwe çêkirin. Ez jî yek ji wan xwendekaran im.

Roja 5, 6 û 7ê vê mehê, azmûna Beşa Kurdî di van şaxan de çêbû:

. Tarîxa Edebiyata Kurdî

. Rêzimana Kurdî

. Zanista Deng a Kurdî

. Xwendin û Nivîsandina Kurdî

Piştî serkeftina xwendekarên Beşê di azmûnê de, em derbasê pola diduyan bûn.

Yanî emê demek şûnde pola duyem dîsa bi riya Internetê bixwînin.

Lê niha qeydên Beşa Kurdî ji bo pola yekê, dîsa dest pê kiriye û wê hetanî Yekê Êlûnê berdewam be.

Kesên ku xwendina wan nîvco maye, bila qeyda xwe li Beşa Kurdî çêbikin.

Bi hêviya berdewamiya Beşên Kurdî li zanîngehên dî yên Tirkiyê…

Her şad û berxwedar bin…"

07/ 08/ 2024

XELAT