Rewşa koçberên Efrînê ne diyare
Rewşa koçberên Efrînê yên ku ji devera Şehbayê ber bi navçeyên Tebqa, Reqa, Kobanî, Qamîşlo û Hesekê yê koçber bûne, hîn jî di zehmetî û zorê de dijîn, li ber wê serma û neliheviya avûbayê û rewşa wan zarokan kok neliheve û xwerin û vexwerin û peydakirina mazotê çareser nebû ye.
Di wê barê de, koçberê Efrînî (Mihemed Elî) 45 salî li Herêma Efrînê li devera Tebqayê koçbere, ji Xelatê re anî ser ziman û got: Em ji Şehbayê ji bo parastina jiyana zarok û malbatên xwe reviyan rojhilatê Firatê, lê mixabin zarokên me ji şer reviyan û bi sermayê jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş eger wiha dirêjpêder be, wê alozî her biçin mezin bibin û nelihevî wê berferehtir bibin.
Ji aliyê xwe ve Emîne Mihemd 60 salî jî ji Xelatê re wiha got: Em ji ber rewşa şer û cengê hatin Kobanê, lê niha jî careke din li Kobanî jî rewşa ewlehiyê neliheve û aloziya leşkerî dirêjpêdere û gefên Tirkiyê ji derbasbûna nava Kobaniyê re her nêzîk û berferehtir dibin.
Emîne ya koçbera Efrînê dibêje: Em dixwezin vegerin Efrînê û eger mirinek me hebe, bila li ser axa Efrînê be. Me Efrîn ji dest da û me hemû jiyana xwe di vê dine de derda.
Ev yek wiha tîne holê ku rewşa koçberên Efrînê bi yekcarî neliheve û wê nediyar be.
XELAT