Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî dewlemend ên cîhanê ye
15yî Gulana her sal roja Zimanê Kurdiye û salane di vê rojê de tê pîrozkirin. Di 15ê Gulana 1932an de hejmara yekem a kovara Hawarê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê, Sûriyeyê hate weşandin û piştre hat pêşniyarkirina ku ew roj wek roja zimanê kurdî were nîşandan.
Zimanê Kurdî xwe ji zimanên Hind-Ewropî digire û ji çar zaravayan pêk tê: Kurmanciya Jorîn, Kurmanciya Jêrîn, Kurmanciya Navîn û Zaravayê Goranî û zêdetirî 43 milyon Kurd pê diaxivin.
Zaravayê Kurmanciya Jorîn
Li Herêmên (Beyazîdî, Hekarî, Botanî, Şemdînanî, Badînanî, Rojavayê Kurdistanê) tê axaftinê.
Zaravayê Kurmanciya Navîn
Li Herêmên (Mukrî, Soranî, Erdelanî, Silêmanî û Germiyan) tê axaftinê.
Zaravayê Kurmanciya jêrîn
(Kelhurî, Feylî û Kirmaşanî) pê diaxivin.
Zaravayê Goranî yê şaxên wê
( Goranî, Hewramî, Bacelanî û Zazayî) pê diaxivin.
Zimanê Kurdî bi 735 hezar û 320 peyv e di ferheng û leksîkonên zanistî yên navneteweyî de hatiye tomar kirin, di heman demê de zimanê Kurdî bi navînî 1 milyon û 220 hezar peyv dihewîne û piştî zimanê Korî zimanê herî dewlemend e ji hêla ferheng û hevoksaziyê ve.
Xelat
