Serok Bafil Celal Talebanî bi fermandarên dijî terorê re civiya
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li gel fermandarê giştî yê Hêzên Dijî Terorê Wehab Helebçeyî û hejmarek fermandarên din civiya.
Di destpêka hevdîtinê de Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê pilan û stratejiya îstixbaratî û leşkerî ya paşerojê ya dezgeha parastina navçeyê, şerê dijî terorîstan û hemahengiya li gel hêzên Êraqî û hevpeymanan pêşkêş kir û tekezî li ser berdewamiya operasiyonan û hewlên parastina aramiyê li navçeyê kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Bafil Celal Talebanî spasî û pêzanînên xwe ji hêzên dije-terorê re ku weke yekem hêza rûbirûbûna terorîstan li Kurdistanê de, û hewlên wan bo rûbirûbûna terorîstan û pûçkirina gelek pîlanên têkşikandina rewşa ewlekariya deverê kir .
Serok Bafil got: Hûn nimûneya fermandarên dilsoz û fedakar ên Kurdistanê ne û we dîrokeke tijî rûmet û serbilindî tomar kiriye û operasyonên we yên ji bo vegerandina aramiyê li navçeyê û parastina hevwelatiyên xwe yên hêja belgeya dilpakiya we û dilsoziya we ye.
Serok Bafil her wiha eşkere jî kir ku, bi hevalbendên xwe re ji bo pêşxistin û xurtkirina dezgeha têkoşîna li dijî terorê, ji bo parastina Kurdistanê wê bibin mertaleke xurt.
Di dawiya hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di derbarê hewldan û qurbanîdana wan ji bo xaka Kurdistanê, diyariyek pêşkêşî rêveberiya giştî ya rûbirûbûna terorîstan kir.