Birûskeyên ji bo koça dawî ya Tariq Îbrahîm birayê tekoşer Yusif Zozanî

Birûskeyên ji bo koça dawî ya Tariq Îbrahîm birayê tekoşer Yusif Zozanî

Ji ber koça dawî ya rêzdar (Tariq Îbrahîm Xidir) birayê cîgirê serokê saziya serok Celal Talebanî kak Yusif Zozanî, her bi wê boneya xemgîn, çendîn birûskeyên serxweşî hatin araste kirin ku yek ji wan birûskeya serokê YNKê Bafil Celal Talebanî ye ku ev jî naveroka wê ye:

"Hevalê tekoşer kak Yusif Zozanî

Ji bo koça dawî ya kak Tariq Îbrahîm birayê we, em serxweşî û xemgîniya xwe arasteya we û malbata we ya tekoşer dikin ku nimûneya bilind ê xebata li Rojava û Başûrê Kurdistanê bûn.

Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwazkarin ku koçkirî bi beheşta xwe şad bike û sebûrî ji bo hemû aliyekî bide.

Dilsozê we

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê"

 

Her weha di heman demê de û ji bo heman mijarê serxweşiyê de, birûskeyên din jî hatine weşandin ku ên van rêzdar û aliyane:

-Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

 -Serpereştyarê mekteba sekirteriyeta serok Mam Celal kak Qubad Talebanî .

-Saziya Serok Celal Talebanî

Li vir em jî, wek Sekoya Kurmancî bi navê stafa malper û rojnameya Xelatê, pirse û serxweşiya xwe arasteyî rêzdar kak Yusif Zozanî û tevahiya malbata wan ê tekoşer dikin û ji Xwedaya dilovan û mîhreban daxwazkarin ku ev nexweşiya malbatê ya herî dawî be û cihê koçkirî beheşt û rewan şad be.

 

XELAT