Rewşa penaberên kurd li Lubnanê xerape
Ev çend rojin li Lubnanê û bi taybet li Beyrût û başûrê Lubnanê, rewşa ewlehiyê têkçûye û vê yekê bandoreke ne baş xistiye ser jiyana penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê û tirs û nelhevî di nava wan de berferehtir bû ye.
Di wê barê de, (Hesen Elî) penaberekî xelkê Efrînê ye ku li Beyrûta paytext dimînê ji Xelatê re ragihand: “Ev yekemîn care ku êrişên gelek metirsîdar li ser Lubnanê dibin û ji 10 salan ve wiha nebûye.
Hesen`ê penaber aşkire kir ku niha rewşa penaberên Sûriye bi giştî û yê kurd bi taybetî gelek neliheve û di metirsiyê de dijîn.
Elî, bang li hemû aliyên peywendîdar ên kurd kir ku bi hawarçûna wan ve biçin û ji UNHCR daxwaza parastina jiyana wan bikin.
Xelat