Festîvala Kobanî ya Sînemayê ya Navnetewî birêveçû

Festîvala Kobanî ya Sînemayê ya Navnetewî birêveçû

Bi druşma "filma xwe bi awayekî profesyonel çêbike" xula çaremîn ya Festîvala Kobanî ya Sînemayê ya Navnetewî li bajarê Boxum ya Almanyayê destpê kir.

 Festivala Kobanî ya Sînemayê ya Navnetewî bi beşdariya (2165) filman ji (121) welatan birêve diçe. Festîval ji aliyê hunermendên Rojavayê Kurdistanê ve tê birêve birinê.

Her weha festival bi filîmeke belgesel ya li ser Kobanê û berxwedana wê bi amadebûna derhênerên navdar û sînema hezan û nivîskar û hunermendan ji her çar parçeyên Kurdistanê û Sûriyê û yên biyanî destpê kir û wê du rojan bidome her weha bi dayîna xelatan wê bi dawî bibe.

Sekoya Kurmancî