Yekemîn dîdara nîştimanî li Necef ji bo koça dawî ya Serok Mam Celal

Yekemîn dîdara nîştimanî li Necef ji bo koça dawî ya Serok Mam Celal

Bi amadebûna rêzdar Serokomarê Êraqê Dr. Ebduletîf Cemal Reşîd li bajarê Necefa pîroz, roja çarşemê 4 meha cotmehê 2023, dîdara netewî ya yekemîn bi boneya koça dawî ya Serok Mam Celal Talebanî destpê kir.
Her di wê bare de, cîgirê serokê saziya serok Celal Talebanî mamoste Yusif Zozanî wiha ji Xelata Kurmanca re ragihand; Bi amadebûna rêzdar Serokomarê Êraqê Dr. Ebduletîf Cemal Reşîd û hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û zaneyan, roja çarşemê 4 meha cotmehê 2023, li bajarê Necefa pîroz, dîdara netewî ya yekemîn bi boneya koça dawî ya rewanşad Serok Mam Celal Talebanî destpê kir.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Zozanî aşkire kir; Kar û xebata dîdarê ji aliyê Saziya Behrilulum a Xêrxwazî û Saziya Serok Mam Celal Talebanî ve hate organize kirin. 
Her di dawiya axiftina xwe ji Xelatê re, cîgirê serokê saziya serok Celal Talebanî Yusif Zozanî wiha got; Dîdar bi amadebûna hêjmarek mezin ji kesayetiyên siyasî û ekademîk û olî û kadroyên pêşketî yên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê birêve çû.

XELAT