Celal Şex Nacî pêşwazî li şandeke hêzên Amerîkayê kir
Serokê Ajansa Parastin û Zanyarî / Zanyarî (Celal Şex Nacî) li navenda ajansê li Qelaçiwalan pêşwazî li şandeke hêzên taybet yên Amerîkayê li herêmê kir.
Di hevdîtinê de pêşveçûnên emnî û serbazî û hemahengiyên îstîxbaratî di navbera herdû aliyan û hêzên Êraqî hate gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina hevkariyê di navbera xwe de kirin derbarê istîqrara ewlehiyê û parastina berjewendiyên bilind.
Ji aliyê xwe ve Celal Şêx Nacî hemahengiya di navbera hêzên ewlekariyê yên Herêmê û Bexda û hêzên Hevpeymanan bi taybet Amerîka bi gaveke erênî wesif kir bo serxistina hewlan bo asayîş û aramiya zêdetir li deverê.
Fermandarê hêzên taybet yên Amerîka jî ji aliyê xwe ve tekezî li ser berdewamiya piştevanîkirina xwe bo şiyanên îstîxbaratî yên Herêma Kurdistanê dubare kir.