Ambargoya li ser koçberên Efrînê li Şehbayê hatiye tund kirin

Ambargoya li ser koçberên Efrînê li Şehbayê hatiye tund kirin

Bi hatina werzê zivistanê , firqeya 4ê ya artêşa Sûrî li ser herêma Şehba ku bi hezaran koçberên Efrînê lê dijîn, ambargoyek tund sepandiye ku jiyan li wê herêmê tevizandiye.

Jêderekê xwecihî ji malpera Xelatê re ragihand ku firqeya 4ê ya artêşa Sûrî ambargoyeke tund li ser devera Şehba û taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ku piraniya xelkê wê Kurdin sepandiye û nahêle xurek û sotemenî û derman bighêje xelkê herêmê.

Her weha amaje bi wê yekê jî kiriye ku ambargoyê bandoreke xirap li ser jiyana koçberan çêkiriye û buhayê kelûpelan giran bûne û şîrê zarokan jî nema ye û êdî jiyan kok naye pejirandin. Wê jêderê diyar jî kir ku ji ber ambargoyê desteya perwerdê ya herêma Şehbayê xwendin li dibîstanan rawestandiye ji ber nebûna sotemeniyê û zêdetirî 14 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Jêderê xwecihî aşkira jî kir ku hikûmeta Şamê fişaran li rêxistinên navdewletî yên mirovî jî dike daku alîkariya xelkê nekin û di bin wan fişaran de UNISEF ava vexwarinê li ser 37 gundên şehbayê ku koçberên Efrînê lê dijîn qut kiriye..

 

XELAT