Letîf Nêrweyî: Medyaya YNK dengê komkujiya Êzidiyan gîhand cîhanê

Letîf Nêrweyî: Medyaya YNK dengê komkujiya Êzidiyan gîhand cîhanê

Berpirsê borda ragihandinê (Letîf Nêrweyî) ragihand ku, pirsa jenosîdkirin û fermanên li dijî Êzidiyan kevne û mixabin her dem dubare bûye.

Letîf Nêrweyî aşkira dike ku, "Medyaya YNKê, ligel mêrxasiya Pêşmergeyên YNKê, bi awayekî berpirsiyar û nîştîmanî, dengê tepesandî û jenosîda Êzidiyan gîhande cîhanê.

Latîf Nerweyî, endamê serkirdayetiyê û berpirsê borda ragihandinê, di hevpeyvînek televîzyonê de bi Kanala Gelê Kurdistanê re got: "Salvegera 11emîn a komkujiya Êzidiyan di demekê de tê ku dabeşbûna Êzidiyan di nav aliyên siyasî yên cûda û aliyên nakok de ne gengaz kiriye ku doza wan a rewa pêşve bibin û êşa wan kêm bikin".

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku, wan nakokiyan ziyan gîhandiye Şengalê û qurbaniyên wê.

Di hevpeyvîna televîzyonê de Nêrweyî, balê dikşîne ser destpêka komkujiya Êzidiyan û mêrxasiya Pêşmergeyên YNKê ku di parastin û rizgarkirina niştecihên bajêr de rolek lîstin û hejmareke mezin ji Pêşmergeyan şehîd bûn û weha got jî: Di gel Pêşmergeyan, medyaya YNKê jî karibû êş û xemên Êzidiyan bi awayekî berpirsiyar û neteweyî ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne.

 

XELAT