Amadekariyên Festîvala Efrînê ya şêwekariyê didomin

Amadekariyên Festîvala Efrînê ya şêwekariyê didomin

Komek çalakvan û hezkiriyên hunera şêwekarî yên Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê amadekariya Festîvalekê bi navê (Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê) dikin û wê di wê festîvalê de hêjmarek tabloyên hunermendan bên nîşan dan.

Di vê derbarê de endama lîjneya ragihandinê ya festîvalê (Zarîn Cuma) ji malpera Xelata Kurmanca re ragihand, 156 tablo ji çend welatan di emaila fermî ya festîvalê de gihîştine destê wan.

 Her weha diyar jî kir ku ji 01.10.2023'an de cudakirina tabloyan û pêvajoya hilbijartina wan destpê kiriye û dê heta 20.10.2023'an ew pêvajo bidome.

Zarîn Cuma aşkere jî kir û got: Ji tevahiya tabloyên hatine wergirtin 4 tablo dê werin hilbijartin. Her weha tabloyên serketî dê di merasîmeke mezin de, ku dê di roja 4/11/2023`an  de li bajarê Elmanya Essenê were lidarxistin, bêne xelat kirin û hûrguliyên vexwendinê dê di demek nêzîk de werin weşandin.

Di vê vîdyoyê de gotina mamoste Kawa Omer endamê komîteya birêvebir ya Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê li ser Festîvala Efrînê û girîngiya wê ye .

 XELAT