Gelê Kurd li Kerkûkê serkeftina mezin bidest xist û YNK`ê dîsa yekemîne
Komisyona hilbijartinên Êraqê ragihand, hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye li Kerkûkê bi bidesxistina 139 hezar û 373 dengan bû yekemîn.
Li gorî encamên komîsyonê hejmara dengên Kurdan li Kerkûkê wiha ne:
Hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê hêza serekiye 139 hezar û 373 deng bi destxistiye.
Partiya Demokrata Kurdistanê PDK: 46 hezar û 749 deng û Nifşê Nû jî 24v hezar û 620 deng bi dest xistine.
Li Kerkûkê hêjmara kursiyên aliyan li gor encamên komisyonê bi vî awayî ne:
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê 5 kursî
Hevpeymaniya Erebî 3 kursî
Eniya Turkmanî 2 kursî
Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê 2 kursî
Hevpeymaniya Qiyade 2 kursî
Hevpeymaniya Ûrube 1 kursî
Her weha Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê li parêzgeha Nînewa 45 hezar û 939 deng bi dest xistiye.
Lîsta 120 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li prêzgeha Diyale 23 hezar û 715 deng bi dest xistiye.
Li Parêzgeha Selahedînê jî YNK`ê kursiyek bi dest xistiye.
Piştî ragihandina encamên hilbijartinan serokê qewareya hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye ku di heman demê de endamê mekteba siyasî ya YNK`ê ye Aso Mamend ragihand: Divê parêzgarê Kerkûkê hem Kurd û hem jî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê be .
XELAT