Peyama Îmad Ehmed bi boneya serkeftina mezin ya YNK`ê li Kerkûkê

 Peyama Îmad Ehmed bi boneya serkeftina mezin ya YNK`ê  li Kerkûkê

Endamê mekteba Siyasî ya YNK`ê Îmad Ehmed bi navê mekteba ragihandinê û hoşyarî ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK`ê bi boneya ragihandina encamên fermî û destpêkê yên hilbijartinên encumena parêzgehên Êraqê û serkeftina mezin ya YNK`ê li Kerkûkê peyamek belav kir û got: Pîrozbahiyê li rewanê şad yê rêberê mezin yê Kurdayetiyê (Mam Celal) dikîn ku heta dawiyê xemxûrê xelkê navçeyên Kurdistanî bûye.

Îmad Ehmed got: Bi boneya vê serkeftinê em germtirîn pîrozbahî li gelê Kurdistanê û YNK`ê û xelkê kurdperwer yê wan deveran dikin û kesûkarê şehîdan û pêşmerge û têkoşeran dikin .

Îmad Ehmed diyar jî kir û got; Em serkeftina YNK`ê ku serkeftina Kurd û Kurdistaniyên Kerkûkê û Xaneqîn û Xurmato û Mexmûr û Şengal û yek bi yekê xelkê wan deveran û hemû xelkê Kurdistanê ye. Eve berhemê karê pêkveyî yê yekîtiyan e û rêbertî û ev serkirdayetiya xurte û wefa û dilsoziya wan deveran bo rêberê me Mam Celal e.

 

XELAT