Bi Vîdyo… Li Colemêrgê 5emîn Festîvala Cîlo destpê kir
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê "5'emîn Festîvala Cîlo " destpê kir.
Hezkiriyên xwezayê yên ku beşdarî festîvala ku îsal cara pêncemîn hat lidarxistin, li Gola Qeşayê ya Satê a ku 3 hezar û 400 metre bilinde hatin cem hev.
Nêzî 15 hezar kes ji çar aliyên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûne. Festîval wê 2 rojan bi konser, pêşbirk, hilkişîn û pêşandanan berdewam bike.
Sekoya Kurmancî
Jêder: Yuksekova Haber