Azadî…
Helbest: Welîd Hemîd Xelîl
Di her lêdana nefesek dilê me de hêvî û hesretek nûh heye,
Yara min…
Dengê stranên azadiyê ji kelha berxwedanê bilind dibe.
Xewnên me dike mîna baskan ji bo firînê berbi jiyanek bextewer,
Azadî baxçeyê dila me bi kulîlkên hêviyê dixemilîne.
Yara min…
Were em bi hevre qîrîna azadiyê bibihîzin,
wekî Kevok û çûkên azadiyê li ezmanan bifirin.
Wek balyozan em mizgîniya serkeftinan bigîhînin azadîxwazan.
Daku kulîlkên azadiyê li baxçeyên paytexa dilê me geş bibin,
Dengê azadiyê, zîndanên sitemkarî û zordariyê biqelişîneû birûxîne…
Li ezmanên welatê xwe bi sîmfoniya evînê re govenda azadiyê û evînê bigerînin.
Daku mirovahî bi bêhna azadî û evîna Mem û Zînan re bijî,
Zarok bi hembêza dayîkên xwe şad bibin û bextewer bibin…
Rengên azadiyê li ezmanê evîna me geştir bibin,
Daku em ronahiyê bidin hemû gelên din yên bindest..
Li cîhana bê bextî û qorxkariyê..
28-10-2025 Sêşem
Xelat
