Xwedêyo, gunehê min çi ye ku ez kurd im?
Li zîndanê min hawar dikir: “Xwedêyo, gunehê min çi ye ku ez kurd im?
Derhêner û Hunermendê navdar ê Kurd (Mehsûn Qirmizî Gûl) dibêje: "Li Tirkiyeyê hurmetê didin te û ji te hez dikin heta wê demê ku nizanibin tu kurdî û tu nebêjî ez kurdim.
Dema min got ezê li ser karesata Helebçeyê fîlmekê derxim, ji min pirsîn çima?. Min got ji ber ku ez kurd im û êşa gelê xwe hîs dikim, êdî piştî ew gotina min piraniya jiyana xwe li dijî îftirayên wan li ser rêya dadgehan bûm.
Hunermend `Mehsûn Qirmizî Gul` ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye û her tim li ser mijarên girîng ên Kurdan helwest girtiye.
XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê