TENÊ TU

TENÊ TU

Helbestvan: Merwan Berekat

 

Hezkirina te bi hêvanê dêrîniya êşqê di dilê min de meyandî ye, ti hêz nikare wê hêvangirtinê bişikîne.

Bihna hebûna te û hilma xweşikbûna te giyanê min vedijîne û dildariya min ji bo te ticarî pîr nabe.

Di nav mijangên demeke ku sor dikuxe de, memikên sibehan bi lêvên birîn û êşên xwe dinoşim. Bîranînên min ên di hemêza te ya kesk de hêviyên min zindî dikin.

Hemû riyên dînbûna min ber bi banga te ya xewnspî ve dibezin. Soz û meraqên min ên xewnekirî dibin meqesokên dildariyê li ezmanê te bi baskên jiyanê difirin.

Tenê li ser navika te ya nerm, ez zindîbûna xwe ya pêşîn bi zimanê hestên ter dipelînim. Tenê li ser sîngên te yên bel, dilê min ê birîndar xewnên xwe yên tî ji bayê azad dimêjîne.

Tenê tu reng û dengê min î

Tenê tu xewn û hêviya min î

Tenê tu sirûda jiyana min î

Tenê tu pîrozgeha min î

Tenê tu rûgeha min î

Tenê tu, WELATO tenê tu.

 

 Qamîşlo: 20. 04. 2025

 

XELAT