Zimanê xwe bernedin?

Zimanê xwe bernedin?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

Zimanê xwe bernedin?

 

Ger tu kurd bî heyla gidî

Ji kurdya xwe neke fedî

Ta ku bijît li dinya yê

Çend rojên xweş bi comerdî

 

Çiqas geryam li dinya yê

Nedît wek te çi keda yê

Xwe firoşek bê wate yê

Her tu dijî wek ne merdî

 

Ên ku şer kin bo vî ziman

Ew dijminin ah û eman

Ger ku biçin sal û zeman

Her bikêşî tu wî derdî

 

Her bi ziman tu şenazî

Serbest mafê xwe dixazî

Tu wekî şêr teyrê bazî

Doz bi te bêt ser bilindî

 

Teyr û tilûr tev sewala

Xwe'b qurban ke pîr û kala

Fêrke zarok tev medala

Her kes li te bibe xudî

 

Kurdetî yê bike rêbaz

Bilorîne bi deng û saz

Xweşke kelam tu bi awaz

Dijmin ji te bikin fedî

 

Neyar kîna xwe vedşêrê

Li hestên te baş dinêrê

Dil nermî ya te zirare

Bik lebata nehro hindî

 

13/08/2024-Serzorî

/////////////////////////

Gotin?

 

 Gotin megrî ji ku têtin ev hêstir

Min got negrîm were ev dil kir pêndir

Lew xemgînim ji we safînakin dil

Ber gewda min heye carek tehlîkir

 

Ger ew nadin bi we xweş têt burhane

Saqî hatin meye desta geryane

Dîber zewqa te ji hiş çûn firyane

Bilbil gulda bi evîna dil geş kir

 

Kerker kir wî bi dila ew mendoşîn

Canê seyda kire parçak çûn jê xwîn

Bismam çûn dame bi çav xweş kir karîn

Zordar hat deste li ser wî wenda kir

 

19/08/2024-Serzorî

//////////////////////////////////

Ked xweşî jêra felate?

  

Ev çi çan û çinte dîsa

Ev çi qinte pinte dîsa

Dijmin pê vedliqite dîsa

Derfet nedine wan pîsa

Dijmin har û dîn bû ye

Wekî hêştir girgîn bû ye

Koyîna te kenî bû ye

Milet ji xwe xulî bû ye

 Welat tête par kirinê

Dest pêdikir wê mirinê

Kesek li meydanê tinê

Her kes dimrê tew bê gunê

 Kengê emjî bibin milet

Rast bigirin bi vê derfet

Roja me va j'ewra derket

Da em nebin bê mixenet

 Ola dirust ew welate

Parastin jêre xelate

Ked xweşî jêra felate

Mizgîn bide yeqîna te

 

22/08/2024-Serzorî

   

XELAT